Brîtanya: Êdî pêwîstiya Iraqê bi Heşda Şeibî nemaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Brîtanyayê bi awayekî fermî piştgiriya xwe ji bo helwesta Amerîkayê ya li dijî projeyasaya nû ya Heşda Şeibî eşkere kir. Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dibêje, bi têkçûna DAIŞê re, erk û pêwîstiya Heşda Şeibî jî nemaye.
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq di hevpeyvîneke televizyonî de, helwesta welatê xwe ya li hemberî redkirina projeyasaya Heşda Şeibî dubare kir û got: "Em di vê mijarê de piştgiriyê didin helwesta Amerîkayê."
Îrfan Sidîq diyar kir, Heşda Şeibî wek berteke li dijî gefên DAIŞê hatibû damezrandin, lê niha ku DAIŞ bidawî bûye, erkê Heşdê jî bidawî bûye û êdî Iraq pêwîstî pê nabîne.
Balyozê Brîtanyayê amaje bi wê jî kir, hikûmeta Iraqê bi xwe daxwaza bidawîkirina erka Hevpeymaniya Navdewletî kiriye bi hinceta ku êdî gefa terorê û DAIŞê li ser Iraqê nemaye. Sidîq got: "Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku erkê Heşda Şeibî jî di vî warî de qediyaye."
Amerîka: Projeyasa gef e li ser serweriya Iraqê
Ev helwesta Brîtanyayê piştî daxuyaniyeke Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê tê, ku roja 3ê Tebaxê ragihandibû, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneyê, Stephen Fagin bi Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî re civiya ye û nîgeraniyên xwe yên derbarê projeyasayê de anîbûn ziman.
Li gorî daxuyaniya balyozxaneyê, Amerîka bawer dike ku pesendkirina vê projeyasayê dê hejmona Îranê li Iraqê zêdetir bike, komên çekdar ên tundrew bihêztir bike û ev yek dê bibe gefeke mezin li ser serweriya Iraqê.