Hewlêr.. Projeya Ronakî gihîşt deşta Kendênawê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên "Projeya Ronakî" li nahiya Dîbege û gundên deşta Kendênawê ya Hewlêrê dest bi kar kirine, bi armanca misogerkirina elektrîka 24 saetî ji bo welatiyên herêmê.
Teknîkerê projeyê ê bi navê Ebdulselam ji K24ê re diyar kir, ew rojane ji saet 5ê sibehê heta 5ê êvarê bi awayekî berdewam kar dikin, da ku di zûtirîn dem de projeyê bi dawî bînin.
Da zanîn jî, karê wan sererastkirin û nûjenkirina miwelîdeyên elektrîkê li xwe digire û got: "Em karên sererastkirinê dikin û her molelîdeyekê ku sîstema zîrek (smart system) li ser nebe, em jê re datînin."
Li gorî gotina wî teknîkerî, ew rojane li ser 90 heta 100 miwelîdeyan dixebitin û ji ber ku herêm berfireh e, tê payîn ku karê wan 10 heta 15 rojên din berdewam bike.
Ebdulselam pêşbînî kir: "dibe meheke din an zêdetir bigire heta ku elektrîka 24 saetî bigihîje malên Kendênawê."
%40ê welatiyên Herêmê xwedî elektrîka 24 saetî ne
Ev pêngav, beşek ji hewldanên berfireh ên "Projeya Ronakî" li seranserê Herêma Kurdistanê ye. Li gor daxuyaniyeke projeyê ya 31ê Tîrmeha 2025an, zêdetirî du milyon û 700 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê ji elektrîka 24 saetî sûd werdigirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, bi vê yekê re, niha rêjeya %40ê welatiyên Herêma Kurdistanê xwedî elektrîka bênavber in.