Erdhejekê rojavayê Tirkiyeyê hejand

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Krîzan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku, erdhejekê bi pileya 6.1 li gorî pîvana Richterê navenda bajarkê Sindirgi yê li ser sînorê bajarê Balikesirê hejand.

Li gorî daxuyaniya AFADê, ew erdhej seet 19:53 bi dema Enqerê çê bû û ji ber bihêziya wê erdhejê li piraniya deverên sînorî yên parêzgehên Marmara û Egeyê hatiye hîskirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya li ser torên civakî peyamek parve kiriye û tê de nivîsiye, “Erdhejek bi pileya 6.1 li gorî pîvana Richterê li bajarê Sindirgi yê Balikesirê hatiye tomarkirin û hemî tîmên AFADê û dezgehên têkildar di rewşa amadebaşiyê de ne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê amaje jî daye, "Ew erdhej li navenda Stenbolê û çend parêzgehên din ên derdorê hatiye hîskirin, lê ti bûyerên neyînî çê nebûne û em rewşê dişopînin."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment