Şaredariya Hewlêrê: Pêncşema bê cadeya Hewlêr-Behrikê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Hewlêrê amaje da ku, pêvajoya qîrkirina cadeya sereke ya di navbera Hewlêr û Behirkê de hatiye destpêkirin. Ew proje li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê tê bicîhanîn.

Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî îro (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Karkirina di qonaxa duyê ya cadeya 120 metrî heta cadeya 150 metrî de li aliyê çûnê ji bo qezaya Behirkê berdewam e û pêvajoya qîrkirinê hatiye destpêkirin.”

Serokê Şaredariya Hewlêrê herwesa got, "Ew cade hatiye nûjenkirin û di dû re hatiye konkirîtkirin, îro jî hat qîrkirin û dê li roja Pêncşemê ya bê bi awayekî fermî li ber şofêran bê vekirin.”

Karzan Hadî amaje jî da ku, gojimê wê projeyê 1 milyar û 645 milyon dînar e û li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê dest bi bicihanîna wê hatiye kirin.

Ev cade yek ji cadeyên sereke yên Hewlêrê ye û sê cadeyên bazineyî yên 100 metrî, 120 metrî û 150 metrî bi hev ve girê dide.

 
Fly Erbil Advertisment