HSDê 2 endamên şaneyek darayî ya DAIŞê li Holê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, du endamên DAIŞê li bajarokê Holê yê li parêzgeha Hesekê ve girtin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand, operasyon roja 9'ê Tebaxê ji aliyê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî HSD'ê ve hatiye pêkanîn. Armanca sereke ya operasyonê têkbirina şaneyeke terorîst bû ku berpirsiyariya veguhestin û birêvebirina çavkaniyên aborî û kelûpelên lojîstîkî ji bo rêxistina DAIŞ'ê li herêmê dikir.

Li gorî daxuyaniyê, ev şane di fînansekirina çalakiyên terorîstî û piştgiriya lojîstîkî ji bo şaneyên din ên veşartî de roleke girîng dilîst.

Di encama serdegirtina serkeftî de, du endamên şaneyê bi saxî hatin girtin. YPG'ê nasnameyên kesên girtî wiha eşkere kirin:

1.    SEId Muxlif El Huseyn (Ebû Seyf)

2.    Mihemed Şakir Muxlif

Di daxuyaniya xwe de, YPG'ê tekez kir, ev operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên HSDê de ye, ji bo têkoşîna li dijî terorê û misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê li hember gefên terorîstî.

 
Fly Erbil Advertisment