Li Efrînê xwendekarên pêşeng hatine xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Herêma Efrînê Mesûd Betal pênc xwendekarên Efrînê yên ku di ezmûnên giştî de li ser asta Sûriyeyê pile û pûanên herî bilind bi dest xistine, xelat kirin.

Merasîma xelatkirinê li avahiya Rêveberiya Herêmê hat kirin û Alîkarê Berpirsê Herêmê, Rêveberê Nivîsgeha Siyasî, Rêveberê Perwerdeya Efrînê û nûnerên ji Rêveberiya Ragihandina Helebê jî tê de amade bûn. 

Di merasîmê de, Berpirsê Herêmê bi xwendekarên serkeftî û malbatên wan re civiya û serkeftina wan a mezin pîroz kir.

Ev pêngav weke rêzgirtin ji bo keda xwendekaran û handanek ji bo berdewamkirina serkeftin û pêşketinê tê dîtin. Di axaftinan de hate tekezkirin ku armanc ew e ku nifşekî zana, hişyar û afirîner were avakirin ku karibe civakê ber bi pêşerojeke geştir ve bibe. 

Navên pênc xwendekarên ku hatine xelatkirin û pûanên wan wiha ne:

1.    Şîrav Azad Tobal: 310 Pûan

2.    Perwîn Esed Seydo: 310 Pûan

3.    Sîdra Fayiz El-Helebî: 310 Pûan

4.    Rehef Xiyas Elo: 310 Pûan

5.    Ronî Hesen Ebdulmecîd: 309.5 Pûan

Encamên ezmûnên qonaxa 9an roja Înê 8ê Tebaxa 2025an, bi daxuyaniyeke fermî hatin ragihandin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Terko, îsal bi giştî 356 hezar û 193 xwendekar beşdarî ezmûnan bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, rêjeya serkeftinê ya giştî li seranserî Sûriyeyê %49 e. Her wiha hat ragihandin ku hejmara giştî ya xwendekarên ku li ser asta welêt pileya yekemîn bi dest xistine 121 xwendekar in. 

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment