Elektirîk li seranserê Iraqê qut bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya mezin, tora elektirîkê li seranserê Iraqê bi temamî têk çû û hemû parêzgeh di tariyê de man. Heta niha Wezareta Elektirîkê ya Iraqê derbarê sedema bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, sîstema elektirîkê ya li navend û başûrê Iraqê ji ber pirsgirêkeke teknîkî di tora veguhestinê de têk çûye û di encamê de kehrebe li tevahiya welat qut bûye.
Ji aliyê xwe ve, Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo jî ev nûçe piştrast kir. Li gorî agahiyên ku Delo ji Rêveberê Dabeşkirina Elektirîkê yê Kerkûkê wergirtine, ji bo çareserkirina vê pirsgirêka giştî û vegerandina elektirîkê, herî kêm pênc saet dem pêwîst e.
Qutbûna elektirîkê ya bi vî rengî bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan û karûbarên giştî dike.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, Wezareta Elektirîkê ya Iraqê derbarê sedemên vê têkçûna mezin û dema vegerandina elektirîkê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiribû.