Hişyarî ji Keşnasiyê: Pêleke xwelîbarînê bi ser Herêma Kurdistanê ve tê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber pêleke xwelîbarînê, li çend deverên Herêma Kurdistanê dûrahiya dîtinê ji bo kêmtirî çar kîlometreyan kêm bûye.
Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejzaniyê yê Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm îro 11ê Tebaxê ji malpera K24ê re axivî û got: "Îşev di encama hatina pêleke toz û xweliyê ji navend û başûrê Iraqê, bandora wê gihîştiye Herêmê û bûye sedema kêmbûna dûrahîya dîtinê ji bo kêmtirî çar kîlometreyan."
Rêveberê Giştî herwiha da zanîn: "Li hin cihan dûrahîya dîtinê dê ji bo kêmtirî du kîlometreyan kêm bibe, bi taybetî li başûrê Herêma Kurdistanê. Tê pêşbînîkirin ku bandora vê toz û xweliyê heta sibê serê sibehiyê li ser Herêmê bimîne."
Ji aliyê xwe ve, pisporê keşnasiyê Mihemed Kemal jî ji K24ê re diyar kir, li başûrê rojavayê Iraqê bayekî bihêz rabûye û bandora wê dê zêdetir li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê û herêma Germiyanê be. Li gorî Kemal, "tê pêşbînîkirin ku heta sibê roja Sêşemê bandora wê berdewam bike."