Omêd Xoşnaw: Avakirina qonaxa yekem a Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, projeya mezin û stratejîk a "Kembera Kesk" a Hewlêrê bi awayekî fermî dest pê kiriye û tekez kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê li paytextê gelekî cidî ye.
Omêd Xoşnaw îro 12ê Tebaxê di konferanseke rojnamevanî de got: "Du kemberên kesk bi dirêjahiya 70 kîlometreyan û bi firehiya du kîlometreyan dê li Hewlêrê werin çêkirin."
Herwiha da zanîn: "Bi çêkirina vê kemberê, keşûhewa û paqijiya jîngeha Hewlêrê dê derbasî qonaxeke nû bibe û di heman demê de dê ciwaniyeke balkêş ji bo Hewlêrê were avakirin."
Kembera Kesk a Hewlêrê projeyeke girîng e ku bi awayekî bazneyî li dora Hewlêrê dizivire û dikeve pişt Rêya 150 Metrî. Firehiya kemberê dê du kîlometre be. Ji bo misogerkirina avdana daran, dê zêdetirî 10 golên destkird jî di çarçoveya projeyê de werin çêkirin.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, dibe ku tevahiya projeyê bi yekcarî neyê cîbicîkirin û niha proje li ser çend zonan hatiye dabeşkirin û li yek ji zonan kar dest pê kiriye. Lê belê, diyar kir ku "di demek herî kurt de" proje were temamkirin.
Omêd Xoşnaw kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Em kêfxweş in ku ew mijarên di dema borî de tenê nexşe bûn, niha dest bi cîbicîkirina wan tê kirin." Herwiha got, Hewlêr di warê av, kehrebe û keskatiyê de dê di paşerojê de bikeve qonaxeke nû.