Iraqê amadehiya xwe ji bo vekirina boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr û şanda pê re îro 12ê Tebaxê li Bexdayê, bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Heyan Ebdulxenî re civiya û mijara sereke ya civînê, aktîvkirina xeta petrolê ya stratejîk a di navbera herdu welatan de bû.

Li gorî ajansa SANA ya Sûriyeyê, di hevdîtinê de, Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr rewşa sektora enerjiyê li welatê xwe şirove kir û da zanîn ku Sûriye ji bilî berhema navxweyî, mehane nêzîkî sê milyon bermîlên petrola xam hawerde dike, da ku pêdiviyên welatiyan pêk bîne.

Beşîr tekezî li ser girîngiya jinûve girêdana xetên petrolê yên di navbera Sûriye û Iraqê de kir û got: "Xeta petrolê ya di navbera Kerkûk û bendera Banyasê de gelek kevin bûye û pêwîstiya wê bi nirxandineke teknîkî ya berfireh ji bo nûjenkirinê heye."

Iraq: Em amade ne xetê jinûve vejînin

Wezîrê petrolê yê Iraqê di civînê de, daxwaza welatê xwe ya ji bo aktîvkirina xeta Kerkûk-Banyasê anî ziman û pêşniyar kir ku ji bo nirxandina projeyê, şêwir bi saziyeke pispor re bê kirin. Herwiha amaje pê kir ku dibe xeta kevin were nûjenkirin an jî xeteke nû were çêkirin.

Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê yê Karûbarên Petrolê Xiyas Diyab, rewşa teknîkî ya xetê bi hûrgilî şirove kir û got: "Stasyonên pompeyan ên li seranserê xetê hema hema jinav çûne û pêdiviya wan bi nûjenkirineke berfireh heye.

Diyab destnîşan kir jî, nûjenkirina xeta kevin ligel avakirina xeteke nû, dê ji aliyê aborî ve sûdmendtir be.

Rêkeftinên hevbeş

Di civînê de herdu aliyan li hev kirin ku tîmên teknîkî û şêwirmendiyê yên hevbeş ji bo nirxandina rewşa heyî erkdar bikin û komîteyeke sereke ji bo birêvebirina hevrêziya projeyên hevkariyê ava bikin.

Di dawiya civînê de, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariyê di sektora enerjiyê de kirin, ku dê xizmeta berjewendiyên herdu gelan bike û bibe alîkar ji bo aramiya herêmê.