Li Herêma Kurdistanê du navendên nû yên otîzmê tên avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komeleya Otîzmê ya Kurdistanê Kemal Cebarî ragihand, biryar hatiye dayîn du navendên nû yên taybet bi otîzmê li du bajarokên Herêma Kurdistanê bên avakirin.

Kemal Cebarî îro 13ê Tebaxê di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera Kurdistan24ê diyar kir, armanca sereke ya van navendan, rahênankirina zarokên xwedî otîzm û pêşkêşkirina rêberiya pêwîst ji bo dêûbavan e, da ku bikaribin bi awayekî rast bi zarokên xwe re tevbigerin.

Derbarê cihê navendan de, Cebarî got: "Ew du navend dê li bajarokê Herîrê yê ser bi navçeya Şeqlaweyê û li bajarokê Rizgarî yê ser bi îdareya Germiyanê ve bên avakirin." 

Tekez kir jî, pêdiviyeke mezin a van her du deveran bi navendên wiha hebû û plan heye ku di paşerojê de li her bajar û bajarokekî Kurdistanê navendên taybet bi otîzmê bên vekirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Kemal Cebarî bang li aliyên pêwendîdar kir û got: "Em daxwaz dikin ku dema navend tên avakirin, tenê li ser avahiyan nefikirin, ji ber ku avahî bi tena serê xwe ne bes e. Girîng e ku karmendên pispor û şareza ji bo wan bên dabînkirin da ku karibin xizmeteke hêja pêşkêş bikin."

Li gorî amarên nefermî, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 3900 zarokên bi otîzmê hene. Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha çendîn navendên hikûmî û nehikûmî ji bo rahênan û perwerdeya zarokên otîzmê vekirine. Herwiha, ji bo piştgiriya malbatan, ji bo wan dayikên ku fermanber in û zarokên wan ên otîzmê hene, moleta dayîktiyê dabîn kiriye. 

Îsal jî, Hikûmeta Herêmê lîsteya navê hemû zarokên otîzmê şandiye Bexdayê, da ku weke kesên xwedî pêdiviyên taybet bên tomarkirin û alîkariya mehane ji bo wan were birîn, lê belê Bexdayê heta niha kar temam nekiriye.

 
 
Fly Erbil Advertisment