Dewama fermî ya Zanîngeha Selahedînê li 7ê Îlonê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Zanîngeha Selahedînê salnameya xwe ya xwandinê ji bo werzê xwandinê yê 2025-2026ê parve kir û tê de ragihand ku, wan hemî amadekarî ji bo destpêkirina werzê nû yê xwendinê kirine.
Berdevkê Serokatiya Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdila îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Dewama fermî ya mamostayan li zanîngehê dê li roja 1ê Îlonê û ya xwendekaran jî dê li roja 7ê Îlonê de dest pê bike.”
Saman Ebdila herwesa got, “Xwendekarên ku li malên xwendekaran dimînin, ji bilî yên qonaxa yekê, her di roja dewama mamostayan de dikarin karûbarên xwe yên malên xwendekaran bi rê ve bibin, ku heta 25ê vê mehê hemî malên xwendekaran dê ji bo xwendekaran bên paqijkirin û amadekirin.”
Navbirî amaje jî da, “Ji 23ê Berçileya îsal heta 4ê Çileya 2026ê, bêhnvedana serê salê ye.” Tekez jî kir ku, wan hemî amadekariyên xwe kirine da ku xwendekarên xwe bi awayekî herî baş pêşwazî bikin.