Bane tî ye: Bendav hişk dibin, berpirs jî bêdeng in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, qeyrana avê gihîştiye asta herî metirsîdar. Ava bendavê bi awayekî berçav kêm bûye û xelk neçar maye ku bi bidonan ji kaniyan avê bînin malên xwe. Şênî û çalakvanên sivîl dibêjin, sedema sereke ya vê rewşê ne tenê Hişkesalî ye, lê belê xemsarî û birêvebirina şaş a berpirsan e. Tevî hişyariyên berê, ti pêngavên cidî ji bo çareseriyê nehatine avêtin.

Ev du sal in ku bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi qeyraneke kûr a avê re rû bi rû ye, lê îsal rewş xirabtir bûye û jiyana welatiyan zehmet kiriye. Ji ber kêmbûna baranê û Hişkesalîyê, asta ava Bendava Baneyê (Kêlê) daketiye radeyeke metirsîdar, û ev yek bûye sedem ku av bi saetan li ser malan were qutkirin.

Çalakvanên sivîl û şêniyên bajêr, berpirsên hikûmetê bi xemsarî û nebûna planeke stratejîk tawanbar dikin.

"Me 24 hezar îmze kom kirin, lê guh nedan me"

Li gorî çalakvanan, ev pirsgirêk ne nû ye û wan beriya niha gelek caran rayedar hişyar kirine. Çalakvanê sivîl Fetah Emîrzade dide zanîn, wan sala borî bi kampanyayekê 24 hezar îmze ji xelkê bajêr kom kirine û daxwaza çareseriyê kirine, lê mixabin berpirsan guh nedaye daxwazên wan.

Mamosteyê xanenişîn Peyam Remezanî jî dibêje, pirsgirêka sereke nebûna stratejiyeke demdirêj ji bo birêvebirina çavkaniyên avê ye:

“Diviyabû hem di demên asayî de hem jî di demên qeyranê de planeke demdirêj hebûya. Lê mixabin ti stratejiyeke berpirsan ji bo rûbirûbûna vê rewşê tinebû.”

"Soz dan lê bi cih neanîn"

Çalakvanê sivîl Ebasî Azad diyar dike, wan çar meh berê rayedar ji kûrbûna qeyranê agahdar kirine û rayedaran soz daye ku dê ava Bendava "Çiraq Weys" bînin Baneyê, lê heta niha ew soz nehatiye bicihanîn.

"Ava genî didin xelkê"

Ji bilî kêmasiyê, pirsgirêka qirêjiya avê jî derketiye holê. Mamosteyê xanenişîn Osman Rîfaî amaje bi ava bendavê dike û dibêje:

“Ev ava ku di bendavê de maye, ava lebitî û genî ye, ji bo vexwarinê qet ne baş e. Lê mixabin her ev av bi rêya torê bi qasî çend saetan berdidin nava malan.”

Welatî her wiha gazinan dikin ku tora avê ya bajêr pir kevn û riziyayî ye û beşeke mezin a avê di rê de wenda dibe. Ji ber van sedeman, xelkê Baneyê bi fikar li paşeroja xwe dinêre û daxwaza çareseriyeke bilez û mayînde ji berpirsan dike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment