Ezîz Ehmed: 80% ya hevparên projeya Ronakiyê bo elektrîkê kêmtir pere dane

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “80% ya welatiyên Herêma Kurdistanê, yên ku ji projeya Ronakiyê feyde wergirtiye, ji pereyê ku didin jeneratorên taybet kêmtir pereyî didin.”

Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, “25% ya malbatên Herêma Kurdistanê di seetekê de kêmtir ji 430 kîlowatên elektrîkê bi kar tînin.”

Ezîz Ehmed herwesa got, “Nêzîkî 50% ya malbatan di seetekê de nêzîkî 670 kîlowatên elektrîkê bi kar tînin, herwesa 86% ya malbatên Herêma Kurdistanê di seetekê de kêmtir ji hezar kîlowatên elektrîkê bi kar tînin.”

Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “80% ya tevahiya malbatên Herêma Kurdistanê, yên ku ji projeya Ronakiyê feyde wergirtiye, ji pereyê ku didin jeneratorên taybet kêmtir pereyî didin.”

Projeya Ronakiyê projeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku armanca wê dabînkirina elektrîka 24 seetî ye. Welatî dê ji elektrîka berdewam feydeyî werbigirin û dê her mehê yek fatûre hebe, ku mîqdara wê dê li gorî bikaranînê bê destnîşankirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê (17ê Cotmeha 2024ê) di serdana xwe ya taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê de projeya Ronakiyê ragihand.

Armanca projeya Ronakiyê ew e ku, 24 seetan elektrîkê ji welatiyan re peyda bike û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vemirandina jeneratorên taybet paqij bike.

 
Fly Erbil Advertisment