Pira Hamiltonê ji ber qezayeke trafîkê di xeterê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Barhilgirek ku bi hesin hatiye barkirin li derengiya şeva borî ji ser pira Hamiltonê, ku dikeve di navbera qezaya Xelîfan û Rêveberiya Serbixwe ya Soranê de, ket û ew pir xist xeterê û bû sedema peydabûna astengiyên trafîkê li wê deverê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Soranê Teyfûr Gundejorî got, “Rêya Soran-Xelîfan-Hewlêrê ji derengiya şeva borî ve hatiye girtin, niha tîmên çarekirina rêyan ên Soranê ji bo çêkirina rêyeke demkî dixebitin da ku pirsgirêkên trafîkê li deverê çê nebin.”
Pira Rêya Hamiltonê di navbera qezaya Xelîfanê û Rêveberiya Serbixwe ya Soranê de ye û Parêzgeha Hewlêrê bi Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê ve girê dide.
Têkçûna wê rêyê dê ji bo tevgera bazirganiyê ya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de astengiyên trafîkê çê bike, herwesa dê astengiyan ji bo hatinçûnên welatiyan û geştiyaran jî çê bike.
Rêveberê Rêveberiya Çarekirin û Parastina Rêyan a Soranê Endezyar Xusret Sadiq ji Kurdistan24ê re ragihand, “Aliyekê wê pirê ji ber qezayeke trafîkê bi temamî hilweşiyaye. Ji şeva borî ve em ji bo çêkirina rêyeke demkî dixebitin, da ku ji astengiyên trafîkê dûr bikevin.”
Endezyar Xusret Sadiq herwesa got, "Kelûpelên pêdivî ji bo çêkirina rêya demkî gihîştine. Em dê di çend seetên pêş de rêyeke wesa çê bikin ku barhilgir jî bikarin tê re derbaz bibin."
Navbirî amaje jî da, “Em bizavê dikin ku wê pirê berî zivistanê çare bikin.” Herwesa got, “Ew pir niha di xeterê de ye. Heke barhilgir di ser wê re derbaz bibin, mimkin e ku ew bi tevahî biherife.”
Rêveberê Rêveberiya Çarekirin û Parastina Rêyan a Soranê tekez kir, “Bi kêmî ve niha timbêlên piçûk dikarin li ser wê pirê rêwîtiyê bikin. Ji hêla endazyarî ve, ew rê ji bo timbêlên piçûk ewle ye.”