Şaredariya Cizîra Botanê fêrgeha stranên klasîk ên Botanê vekir

Şaredariya Cizîra Botanê
Şaredariya Cizîra Botanê

Diyarbekir (K24) - Şaredariya Cizîra Botanê fêrgeha stranên klasîk ên Botanê vekir. Mamosta Hacî Şûlan di wê fêrgehê de ciwanan fêrî stranên navdar ên Botanê yên ku bûne klasîk dike. Armanc ew e ku nifşên nû hem di warê muzîkê de xwe pêş bixin hem jî çand û hunera xwe ya dewlemend baştir bizanin.

Xwandekarê wê fêrgehê yê bi navê Mistefa dibêje, “Em li vê derê ji mamostayê xwe Hacî Şûlan fêrî baxlama, gîtar û defê fêr dibin. Em stiranên Botanê dibêjin û em dixwazin hemî ciwanên Cizîrê bên vê derê.”

Şagirda wê fêrgehê ya bi navê Asmîn jî dibêje, “Ez li Şaredariya Cizîrê dersên mûzîkê werdigirim. Ez û hevalên xwe dersên baxlama, gîtar û defê werdigirin. Korala me heye û mamosta Hacî Şûlan nîşa me dide. Em stiranên Cizîrê dibêjin. Xweziya me ew e ku ciwanên me yên Cizîrê hemî bên vê derê û ew jî bielimin.”

Mamostayê wê fêrgehê Hacî Şûlan jî dibêje, “Ez karmendê Şaredariya Cizîrê me. Ez li bin navê çand û hunerê dersê didim xwandekaran. Heta niha 191 xwandekarên me çê bûne, ku dersên wan cuda cuda ne.”

Hacî Şûlan amajeyê jî dide, “Em li vê derê dersên baxlama, gîtar û defê didin. Gelek kes tên vê derê û van dersan ji me fêr dibin. Gelek ji wan jî xwandekarên zanîngehan in. Me ders ji bo wan jî hene.”

Navbirî herwesa dibêje, “Em dixwazin hejmara xwandekarên me zêde bibe. Ciwanên me bên û ji xwe re van dersan ji me werbigirin. Em jî li bin xizmet û emrê wan de ne.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment