Projeyeke stratejîk a avê bi nirxa 420 milyar dînar li Berdereşê tê bicîhkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Ava Herêma Kurdistanê ragihand, razîbûn hatiye dayîn li ser cîbicîkirina projeyeke mezin û stratejîk a avê li qezaya Berdereşê bi budceya 420 milyar dînaran.

Rêveberê Giştî yê Ava Herêma Kurdistanê Arî Ehmed îro 17ê Tebaxê ji K24ê re ragihand: "Ji bo îsal razîbûn li ser projeya ava Berdereşê hatiye dayîn, ku dê avê ji Zêyê Mezin ji bo navenda qezaya Berdereşê, nahiyeya Daretû û 58 gundên din dabîn bike."

Rêveberê Giştî yê Avê da zanîn, biryar e di demeke nêzîk de girêbesta projeyê were îmzekirin û dest bi kar were kirin û got: "Budceya projeyê 420 milyar dînar e, lewma niha em bi rêkarên projeyê ve mijûl in."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya plana xwe ya dabînkirina avê de, bi berdewamî projeyên stratejîk li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê encam dide. Heta niha gelek proje hatine cîbicîkirin ku ya herî berçav "Projeya Ava Hawarçûnê ya Bilez a Hewlêrê" ye.