Kesatiyê çandî yê Silêmaniyê Enwer Birzo koça dawiyê kir

Enwer Birzo
Enwer Birzo

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesatiyê rewşenbîrî û navdar ê Silêmaniyê Enwer Birzo îro (Yekşemê, 17ê Tebaxa 2025ê) di jiyê 86 saliyê de koça dawiyê kir.

Enwer Birzo di salên 1960an de endamekî çalak ê Komeleya Azadî û Jiyanewe Kurd û Yekîtî Kurd (KAJÎK) bû. Di destpêka salên 1980an de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî ji aliyê rejîma Beisê ve hate girtin.

Enwer Birzo Heme Reza, ku wekî Enwer Birzo tê nasîn, di sala 1939ê de li gundê Baroyê yê qezaya Baziyanê ji dayik bûye. Di sala 1949ê de li Silêmaniyê xwecih bûye û di hucreyê de xwendiye û bûye mela.

Di sala 1958ê de, ew bi 112 mamostayên olî re tevlî korseke perwerdehiya olî ya yeksalî bûye û li roja 19.11.1960ê de wekî şarezayê zimanê Erebî û mamostayê xwandina seretayî li gundê Xemzeyê yê Şarbajêrê hate damezrandin.

Wî li gelek bisitanan ders dane. Li gel mamostatiyê jî, ew demekê li ser xeta otobusê ya Serçinarê wekî şofêrê otobusê xebitî, paşê wekî pirtûkfiroş xebitî û xwediyê pirtûkxaneyekê bû.

Di sala 1980an de, ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîma Beisê ve ji ber firotina pirtûkên qaçax û rêxistinkirinê hate girtin û cezayê zindana Ebû Xurêbê li Bexdayê lê hate birîn. Paşê di sala 1982ê de efûyeke giştî hat dan û ew jî hate berdan.

Piştî berdanê, ew demekê ji bo Rêveberiya Perwerdeyê ya Silêmaniyê xebitî.

Piştî xanenişînbûnê, wî li Kolana Pîramîrdê pirtûkxaneyek vekir û paşê çû nêzîkî baxçeyê giştî, heta ku di salên dawiyê yên jiyana xwe de ji ber kalbûn û lawaziyê dev ji firotina pirtûkan berda.

 
Fly Erbil Advertisment