Festîvala Teqteqê ya Hejîran tenê rojekê berdewam bû

Hejîrên Teqteqê
Hejîrên Teqteqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Teqteqê amaje da ku, îsal 25 hezar geştiyaran serdana Festîvala Hejîran li bajarkê wan kiriye û 7 tonên hêjîran jî hatine firotin.

Qayimqamê Bajarkê Teqteqê Aso Mistafa îro (Yekşem, 17ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Gera Çarê ya Festîvala Teqeeq tenê rojekê berdewam bû. Biryar bû ku ev festîval sê rojan berdewam bûba, lê tenê rojekê berdewam bû ji ber ku hejmareke zêde ya geştiyaran serdana wê kir û hemî berhemên hejîrên deverê hat firotin.”

Aso Mistafa  herwesa ragihand, “Her di roja yekê de heft tonên hejîran hatin firotin, hemî hejîrên ku cotkaran anîbûn hatin firotin. Hejîrên îsal pir baş bûn û bihayê wan jî guncayî bû, ev jî bû sedema wê yekê ku daxwazeke mezin ji aliyê bikiran ve li ser wan hebe.”

Navbirî amaje jî da, “25 hezar geştiyaran serdana festîvala wan kir. Li gorî salên berê, ev cara yekê ye ku hejmareke ewqas mezin serdana deverê bike, heta çi cihekê nêzîk ji bo rawestandina timbêlan nemabû.”

Bajarkê Teqteqê ji ber cihê xwe û hebûna çemekî biçûk, bi gelek berhemên çandiniyê dewlemend e. Yek ji berhemên wê hejîr e û çend cûnên wê hene, wekî hejîrên reyhane, payîzî, reş û kûvî.