Şandeke Hikûmeta Herêmê ji bo çareserkirina pirsa mûçeyan serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo gihiştina lihevkirineke dawî ya li ser dahatên neneftî û misogerkirina mûçeyê meha şeşan ê karmendan, şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Omêd Sebah, serdana Bexdayê dike.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji Dr. Omêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Dr. Amanc Rehîm û heşt rêveberên giştî yên Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî pêk tê, îşev digihîje Bexdayê.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyekê di Wezareta Darayî ya Iraqê de, şanda Herêmê dê sibe 19ê Tîrmeha 2025an, beriya civîna Encûmena Wezîran a Iraqê, bi Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê re bicive. 

Armanca civînê ew e ku derbarê pirsa dahatên neneftî de bigihîjin rêkeftineke dawî û reşnivîsa amadekirî pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê bikin, da ku biryara dayîna mûçeyê meha şeşan a karmendên Herêmê bide.

Derbarê mijarê de, Endamê Desteya Kargêr a Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X” nivîsî: "Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe yên li ser lihevkirinên teknîkî ji bo ji nû ve hinardekirina petrolê û radestkirina dahatên nenewtî cîbicî kirin, top niha di meydana hikûmeta Iraqê de ye ku sibe Sêşemê biryarê li ser xerckirina mûçeyê meha şeşan ê mûçexorên Herêma Kurdistanê bide."