Mela Şîrîn: Dewlet “terorê” dike behane da ku mafên Kurdan înkar bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Navenda Komeleya Ehmedê Xanî, Mela Şîrîn, derbarê Komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye avakirin de axivî û tekez kir, ji bo serkeftina pêvajoyê, divê biratiyek li ser bingeha baweriyê were avakirin û mafên Kurdan bi yasayan werin misogerkirin.
Mela Şîrîn di beşdariya xwe ya di bultena nûçeyan a K24ê de ragihand, aştî û biratî tenê bi yek alî pêk nayê û divê herdu alî jî di vê mijarê de “rasteqîn û durist” bin. Li gor wî, heke biratî bi awayekî rasteqîn neyê damezrandin, ew pêvajo dê biser nekeve.
Mela Şîrîn bal kişand ser girîngiya bêalîbûna komîsyonê û got: “Ev komîsyon divê ne tenê ji aliyekî be. Heke komîsyon alîgir be, wek wê çîrokê ye ku du bira diçin ba seydayekî ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe, lê seyda xizmê yekî ji wan be. Di rewşeke wiha de edalet pêk nayê. Ji ber vê yekê, divê ev komîsyon guh bide herdu aliyan û bi awayekî demokratîk û rast biryarê bide.”
Rêveberê Navenda Komeleya Ehmedê Xanî da zanîn, pirsa Kurd ne pirsa terorê ye, lê ev yek ji aliyê dewletê ve wek behaneyek tê bikaranîn da ku mafên Kurdan înkar bike. Mela Şîrîn got: “Divê hinek yasa li Tirkiyeyê werin guhertin, da ku mafê hemû pêkhateyan were dayîn. Heta ku qanûnên wekî madeyên 42 û 66an ên destûrê neyên guhertin û zimanê Kurdî nebe zimanê fermî yê perwerdeyê, ev biratî jî ava nabe.”
Mela Şîrîn di dawiya axaftina xwe de amaje bi mafê ziman kir û wiha got: “Xwedêyê mezin ziman wek mafekî sereke daye hemû miletan, çawa ku zimanê Tirkî, Erebî, Farisî û Îngilîzî heye, wisa jî zimanê Kurdî heye. Înkarkirina vî mafê ku Xwedê daye, zulmeke mezin e. Ji ber vê yekê divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din bi awayekî wekhev werin naskirin da ku aştî û biratiyeke mayînde pêk were.”