Rêveberê Jîngehê yê Hewlêrê: Projeya Ronakiyê bayê Hewlêrê paqijtir kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Jîngehê yê Hewlêrê dibêje, “Ji ber Projeya Ronakiyê, bayê Hewlêrê paqij bûye û welatî jî ji qerebalix û bêhnên nexweş ên jeneratoran rizgar bûne.”
Rêveberê Jîngehê yê Hewlêrê Dilşad Hîranî di bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê de, ku ji hêla Jîno Mihemed ve tê pêşkêşkirin, got, "Em haydar bûn ku welatiyên Hewlêrê çiqas ji jeneratoran westiyabûn. Ev jî tenê pîsbûna bayî nebû lê qerebalixê jî gelek bandor li ser xelkî hebû.”
Dilşad Hîranî ron jî kir, “Ew jeneratorên ku gaza xirab bi kar dianî bandor li ser penceşêr, nexweşiyên çermî û çavan hebû.” Herwesa got, “Berê sê xetên me yên germ hebûn û her şev zêdetirî 100 telefonan ji me re dihatin, ku welatiyan behsa qerebalix û bêhnên nebaş dikir, lê spas ji Xudê re, ev mehek e tenê yek peywendî ji me re hatiye.”
Navbirî amaje jî "Bêhnên nexweş û ew gaza xirab a ku ji bo jeneratoran dihat bikaranîn wesa kiribû ku ax jî pîs dikir." Amaje jî da, “Gelek caran li hin taxan av bi gazê re tevlihev dibû. Ew hemî gaza jeneratoran bû.”
Rêveberê Jîngehê yê Hewlêrê eşkere jî kir, "Projeya Ronakiyê wesa kir ku, 60% ya jeneratoran bên vemirandin. Niha bayê Hewlêrê pir paqij û saxlem bûye."
Dilşad Hîranî amaje jî da, “Vê projeyê bandoreke mezin kiriye û yek ji projeyên herî girîng e, welatiyan jî fêrî aboriyê û pûçnekirinê dike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê (17ê Cotmeha 2024ê) di serdana xwe ya taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê de Projeya Ronakiyê ragihand. Armanca projeya Ronakiyê ew e ku, 24 seetan elektrîkê ji welatiyan re peyda bike û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vemirandina jeneratorên taybet paqij bike.
Pêştir Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, “Projeya Ronakiyê elektrîka zêdetirî 2 milyon û 700 hezar welatiyan kiriye 24 seetî, ku ev jî nêzîkî 40% ya tevahiya welatiyên Herêma Kurdistanê ye.” herwesa gotibû, “Biryar e ku heta dawiya sala 2026ê, elekrîka 24 seetî bigihîje hemî welatiyên Herêma Kurdistanê.”