Hikûmeta Herêmê 140 nexweşên talasemiyê ji bo çareseriyê dişîne derve

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, projeyeke girîng ji bo çareserkirina nexweşên talasemiyê bi rêya şandina wan bo derveyî welat dest pê kiriye. Li gorî projeyê, 140 nexweş dê ji bo çandina moxê hestî bên şandin û di qonaxa yekem de heşt nexweş hatin birêkirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro 19ê Tebaxê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: "Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, em li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê projeyeke girîng di sektora tenduristiyê de bicih tînin. Proje ew e ku ew nexweşên talasemiyê yên ku pêwîstiya wan bi çandina moxê hestî heye, dê bo derveyî Herêma Kurdistanê bên şandin."

Amaje bi wê yekê jî kir, di destpêka projeyê de dê 140 nexweş ji bo çareseriyê bên şandin derveyî welat, ku qonaxa yekem heşt nexweşan li xwe digire û proje dê berdewam be. Herwiha got ku ji ber ew ê demek dirêj li derveyî welat bimînin, dê bexşer û hevalek jî ligel wan bin.

Dr. Dilovan Mihemed herwiha aşkere kir, ji 140 nexweşan, 100 nexweş ew in ku bexşerên wan hatine dîtin û lihevhatî ne. 40 nexweşên din jî ew in ku bexşer ji kesên nêzîk ên wan nehatine dîtin û dê li derve ji wan re bê peydakirin. Hat ragihandin ku ev nexweş dê li çar nexweşxaneyên xwedî bawernameya navdewletî ya JCI li derveyî welat bên çareserkirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê destnîşan kir, ev proje berdewamiya wan projeyan e ku di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî ji bo nexweşiyên demdirêj ên wekî şêrpence û talasemiyê tên cîbicîkirin. Tekez kir jî, ev projeyeke pir girîng e, ji ber ku ji bo kesên ku neqla moxê hestî ji wan re tê kirin, dibe çareseriyeke yekcarî û bingehîn.

 
Fly Erbil Advertisment