Endamê şanda Herêmê: Em dixwazin heta hefteya bê bi Bexdayê re rêkeftinekê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî re, bidawî bû. Endamekî şandê radigihîne, di hevdîtinan de "pêşketineke baş" çêbûye û ew dixwazin heta hefteya bê derbarê radestkirina dahatên neneftî de bigihîjin rêkeftinekê.

Civîna îro 20ê Tebaxê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî re, ku taybet bû bi gotûbêjkirina radestkirina dahatên neneftî, bidawî bû.

Derbarê naveroka civînê de, Berpirsê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji peyamnêrê K24ê li Bexdayê re got: "Civîna me baş bû."

Herwiha, endamekî din ê şanda Herêma Kurdistanê ji K24 re axivî û got, "Pêşketineke baş di civînan de çêbûye û em dixwazin di nava hefteyekê de li ser pirsa dahatên neneftî bigihîjin rêkeftinê."

Li gorî zanyariyên K24, şanda Herêma Kurdistanê dê îro danê êvarê vegere Hewlêrê. Tê payîn ku şand di destpêka hefteya bê de careke din biçe Bexdayê da ku gotûbêjên xwe bidomîne û beriya civîna Encûmena Wezîran a Iraqê reşnivîsa dawî amade bike.

Biryara Encûmena Wezîran a Iraqê ya derbarê Mûçeyan

Hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê di demekê de tên ku duh Encûmena Wezîran a Iraqê civiyabû û derbarê mûçeyên Herêmê de çend biryar dabûn û razîbûn nîşan da ku kar bi biryara hejmar (550) a sala 2025an were nûkirin, ji bo dabînkirina mûçeyên fêrmaberên Herêma Kurdistanê yên meha Hezîranê, lê ev yek bi van mercên jêrîn ve girêdayî ye:

1.    Komîteyên Hevbeş: Divê komîteyên ku ji bo gotûbêjkirina radestkirina dahatên neneftî û hinardekirina newta Kurdistanê hatine avakirin, di nava hefteyekê de karên xwe bi dawî bînin û protokoleke îmzekirî pêşkêşî Encûmena Wezîran a Iraqê bikin.

2.    Hesabkirina Dahatan: Tîma ku ji bo hesabkirina para xezîneya giştî ya federal ji dahatên neneftî yên Herêmê hatiye avakirin, divê di nava hefteyekê de karên xwe temam bike. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê parê radest bike û mekanîzmaya hesabkirinê jî ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal ve were pesendkirin.

3.    Radestkirina Petrolê: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompaniyên petrolê yên li Herêmê kar dikin pabend bike ku petrola berhemanî li gorî bendên yasaya budceya giştî ya federal û biryara hejmar (550) a Encûmena Wezîran radest bikin.