Hewlêr.. Nêzîkî 6 hezar welatiyan ji biryareke Mesrûr Barzanî mifadar dibin

Hewlêr
Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêniyên Hewlêrê ji biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê feydeyî werbigirin, erdên xwe tapo dikin û dikarin wan erdan ava bikin ku pêştir ji bo avakirina wan erdan rê bi wan nedihat dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berî du salan tapokirina wan erdên ku sindoqî ne û kêmkirina bihayê texmînkirî ji bo kêmkirina barê li ser milên welatiyan pejirandibû, bi vî awayî jî biha ji 30% daket 10% û nêzîkî 6 hezar welatiyan dê feydeyî ji vê biryarê werbigirin.

Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî di vî warî de ji Kurdistan24ê re got, "Ji bo ku welatî û kesên xizan ji erdên xwe feydeyî werbigirin, biryar hat dayîn ku rê bi tapokirina erdên sindoqî bi kêmkirina bihayê wan ji bo 10% bê dayîn, bi vî awayî jî nêzîkî 6 hezar şêniyên Hewlêrê mifadar bûne.”

Serbest Taha şêniyê Hewlêrê ye û bi salan e ku xwediyê erdî ye lê nekariye erdê xwe bike xanî. Ji ber ku erdê wan sindoqî bûye, destûr pê nehatiye dan, lê piştî vê biryarê dest bi avakirina xanî kiriye. Ew dibêje ku, ew ji wê pirsgirêka ku bi salan e ji ber dinalin rizgar bûne û ji şaredarî, qayimqamî û komîteya pişkinînê ve destûr wergirtiye.

Nêzîkî 6 hezar welatiyan dê ji biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê feydeyî werbigirin, ku destûrê dide ku erdên sindoqî bibin xanî. Bi dehan kes heta niha karîne erdên xwe tapo bikin û ji vê biryarê feydeyî werbigirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment