Ajansa SANAyê ya nûçeyan a Sûriyeyê zêdekirina weşana bi zimanê Kurdî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê di sîstema xwe ya awayê karê medyayî de çend guhertinan dike û dixwaze bikeve qonaxeke nû ya xebatê. Yek ji guhertinên wê jî zêdekirina weşana bi zimanê Kurdî di bernameyên cuda cuda de ye.

Piştî hilweşîna rejîma Esed, li Sûriyeyê sîstemeke siyasî ya nû hat damezrandin, rejîma berê bi tevahî ji holê rabû û wî welatî rûyekî nû girt. Rayedarên nû yên wî welatî bizavê dikin ku, li gorî guhertinan tevbigerin û ji rexneyên civaka cihêreng a wî welatî dûr bisekinin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê, ku wekî SANA tê naskirin, li gorî pêşniyara rayedarên nû yên wî welatî pakêteke guhertinan di xebata xwe de ragihand. Yek ji wan guhertinan jî zêdekirina weşana bi zimanê Kurdî (alfabeya Latînî) tevî zianên Erebî, Fransayî, Spanyayî û Tirkî di bernameyên xwe yên cuda cuda de.

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa di vî warî de ragihand, “Sana nûnerîtiya tevahiya Sûriyeyê dike, ji ber vê yekê divê ew cihêrengiya civaka wîv welatî nîşan bide û dawiyê li cemidandina serdema rejîmên Beis û Esed bîne, ku ji sala 1965ê ve derî li ser mafên pêkhateyên din girtibû û ew ne azad nebûn ku haydarî bi zimanê xwe gihandiban û wergirtiban.

Herwesa Rêveberê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê Ziyad Mihemed jî gotibû ku, Sanaya di dema rejîma Beisê de nûnerîtiya civaka Sûriyeyê nedikir û weşanên wê ne li gorî pîvanên civakê bûn.

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd li ser vê mijarê xwedî nêrînên cuda ne. Hin ji wan li wê bawerê ne ku, ev pêngaveke pêşverû ye ji bo ku itîraf bi gelê Kurd li Sûriyeyê bê kirin, hinên din jî li wê bawerê ne ku ev pêngaveke siyasî ye û rayedarên nû yên Sûriyeyê dixwazin raya giştî ya Kurd qezenc bikin. Ew dixwazin hesasiyetên cadeya Kurdî aram bikin.

 
Fly Erbil Advertisment