Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê ji bo "Muzexaneya Bîreweriyê" raporek pêşkêşî wezaretê kir
Diyarbekir (K24) – Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin ku wan ji bo ku Muzexaneya Bîreweriyê ya Girtîgeha Diyarbekirê li gorî rewşa rasteqîn were sazkirin raportek pêşkêşî Wezareta Çand û Geştiyariyê kirine. Mexdûr dibêjin divê nifşên nû jî bizanin di girtîgeha Diyarbekirê de çi bi serê kurdan hatiye û kurdan ji bo azadiya xwe berdêlên çawa dane.
Ji aliyê Koma Hewla Muzexaneya Bîreweriyê Ya Girtîgeha Diyarbekirê a jimare 5. li ber Girtîgeha Diyarbekirê a ku piştî derbeya leşkeri ya 12ê îlona 1980yê de êşkenceyên giran li kurdan hatibû kirin daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku li gorî daxwaza wan biryar hatiye dayîn ku girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexaneya bîreweriyê û ji bo vê yekê jî rayedarên dewletê raportek ji mexdûran xwestine û mexdûran jî raportek pêşkêşî Wezareta Çand û Geştiyariyê kirine. Mexdûr didin zanîn ku ewê pêvajoya çêkirina muzexaneyê ji nêz ve bişopînin.
Mexdûrê Girtîgeha Diyarbekirê Nûrî Sînîr ji K24ê re got: “Ya girîng ew bû ku statuya vê derê were guherîn da ku nekeve ber berjewendiyên bazirganiyê yên hinek kesan. Niha ev yek pêk hatiye û statıya wê ya dîrokî hatiye guherîn û dibe muzexane. Ji niha û pê de çi bibe ji bo me sudbexş e.”
Kesên di girtîgeha Diyarbekirê de rastî êşkenceyên giran hatibûn amaje dikin ku divê nifşên nû bizanin ku di girtîgehê de êşkenceyên çawa yên hovane bi kurdan hatine kirin û ji ber wê jî girîng tê dîtin ku girtîgeha ku di cîhanê de deng vedaye bibe muzexane.
Mexdûrê Girtîgeha Diyarbekirê Refîk Karakoç dibêje: “Tiştên vê derê de qewimîbûn ez bawer nakim li deverek din qewimîbin, her tişt ji kontrole derketibû. Kesên ku ne ji bo doza kurdistanê ketibûn girtîgehê de jî rastî êşkenceyan dihatin, ji ber ku ji wan re dihat gotin hun kürdin. Armanc ew bû ku gelê kurd were tunekirin. Ji ber wê divê gelê me bizane di vê derê de çi qewimiye.”
Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê dibêjin girîng û hêja ye ku girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexane ji ber li vê derê hat xwestin nasname û zimanê kurdî were tunekirin û ji ber vê yekê jî divê muzexaneyê de zimanê kurdî jî hebe.