Asta ava Bendava Bokanê nizmtir bûye: Jîngeh û çandiniya herêmê di metirsiyê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Asta ava Bendava Bokanê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berbiçav kêm bûye û metirsiya ziwabûnê li ser zêde bûye. Ev rewş di nav welatî û cotkarên herêmê de bûye sedema nîgeraniyeke mezin, ji ber ku kêmbûna avê jiyana zîndewerên avî dixe metirsiyê û bandoreke neyînî li ser sektora çandiniyê û ava vexwarinê ya gelek bajaran dike.
Bendava Bokanê, ku yek ji çavkaniyên sereke yên avê ye ji bo parêzgehên wek Urmiye, Sine û Tebrîzê, xwedî şiyana depokirina nêzîkî 900 milyon metre sêcar avê ye. Lê belê, li gorî agahiyên ji herêmê, niha tenê derdora 180 milyon metre sêcar av tê de maye, ku ji wê jî tenê 80 milyon metre sêcar ji bo bikaranînê guncayî ye.
Hokerên Kêmbûna Avê
Welatî û cotkarên herêmê, sedema sereke ya kêmbûna avê bi veguhestina beşeke mezin a avê bo bajarê Tebrîzê û herêmên din ên Azerî ve girê didin. Herwiha, kêmbûna baranbarînê û berdana avê ji bo Gola Urmiyê jî wek hokerên din tên dîtin.
Cotkarek bi navê Kamil Hekîmî dibêje: "Îsal av gelek kêm bûye. Yek ji hokeran ew e ku di demsala payîzê de rêjeyeke zêde ya avê ber bi Gola Urmiyê ve tê berdan."
Welatiyekî din, Mihemed Salih, diyar dike ku "Asta avê di rojekê de 20 santîmetreyan kêm dibe."
Bandor û Hişyarî
Ji ber kêmbûna avê, gelek masî mirine û ziyaneke mezin gihîştiye sektora çandiniyê. Li aliyê din, Parêzgarê Tebrîzê hişyarî daye û ragihandiye, eger rewş bi vî rengî bidome, tenê ji bo 75 rojên bê ava vexwarinê ji bo bajarê Tebrîzê heye.
Cotkarên herêmê tekez dikin ku ji sala 1979'an ve heta niha, ava bendavê tu carî bi vî rengî kêm nebûye û tînin ziman ku di salên borî de di demsala payîzê de asta avê 6 heta 7 metreyan bilindtir bû.