Bi 2 mîlyar dînar şûnwarên dîrokî yên Zaxoyê rûyekî hatin nûjenkirin

Zaxo (K24) – Bi armanca parastina nasnameya dîrokî ya bajêr, Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê bi budçeya zêdetirî du mîlyar dînaran, hejmarek şûnwar nûjen kirin.

Bajarê Zaxoyê ku xwedî dîrokeke zêdetirî 6 hezar û 500 salî ye, bi projeyên nûjenkirinê nasnameya xwe ya dîrokî diparêze. Bi serpariştî û piştevaniya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi budçeya zêdetirî 2 mîlyar dînaran, şûnwarên wek Qişla Zaxo, Pira Delal û Bazara hatin nûjenkirin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li devera Zaxoyê nêzîkî 400 şûnwarên dîrokî hatine tomarkirin. Lê lêkolîner û berpirsên şûnwarî pêşbînî dikin ku zêdetirî 1000 şûnwarên din di bin axê de bin û di paşerojê de werin dîtin.

Lêkolînerên wekî Ferîdûn Mihemed û Narzo Hesen bal dikişînin ser wê yekê ku ev nûjenkirin ne tenê ji bo parastina avahiyan e, lê belê Zaxoyê vediguherîne navendeke akademîk û geştiyarî. Narzo Hesen diyar kir ku pêşketina geştiyariyê rasterast bandoreke erênî li ser aboriya herêmê û vejandina kiltûrî dike.

Welatiyên herêmê jî kêfxweşiya xwe nîşan didin. Kewnar, yek ji welatiyên ku serdana şûnwarên nûjenkirî kiriye, dibêje: "Dema mirov serdana van cihan dike, hîs dike ku dîroka Kurdistanê çiqasî kûr û dewlemend e. Ev cih nefesê didin mirov."

Rêveberê Şûnwarên Zaxoyê Mihemed Ehmed derbarê projeyan de diyar kir, wan girîngiyeke taybet daye Qişla Zaxo, Bazara Tarî û Pira Delal. Her wiha tekez kir ku ev proje bi armanca parastina nasnameya dîrokî ya bajêr û zindîkirina çandê hatine encamdan.

Bajarê Zaxoyê ku bi Pira Delal û Qişlaya xwe navdar e, bi van pêngavên nû yên nûjenkirinê amade ye ku bibe yek ji stûnên herî giring ên geştiyariya şûnwarî li Herêma Kurdistanê.