Selahedîn: Artêşa Iraqê li veşartgeheke DAIŞ'ê da, hemû çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, veşartgeheke DAIŞ'ê hatiye li parêzgeha Selahedînê hat bombebarankirin û di encamê de hemû çekdarên di nav de hatine kuştin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro 23ê Tebaxê di daxuyaniyekê de aşkere kir, bi firokeyên şer ên F-16, êrîşeke asmanî li dijî veşartgeheke çekdarên DAIŞ'ê li Geliyê Şay a ser bi parêzgeha Selahedînê ve hatiye pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon li ser bingeha zanyariyên hewalgiriyê yên hûr û bi awayekî serkeftî pêk hat. Hat gotin ku di encama bombebaranê de tevahiya çekdarên di nav veşartgehê de hatine kuştin.
Herwiha hat diyarkirin, ligel kuştina çekdaran, çek, kereste û amûrên pêwendiyê yên di veşartgehê de jî bi temamî hatine jinavbirin.
Şaneya Ragihandinê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir: "Hêzên me yên ewlehiyê di şopandina van komên terorîst de berdewam in, ji ber ku ti cihekî ewle ji wan re li ser xaka Iraqê namîne."