Karên rêya Korê – Şeqlawa – Qendîlê di qonaxa dawî de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, karê projeya stratejîk a dusayda Kore – Şeqlawe – Qendîl û temamkirina tunêlên Mîrawe - Maweran gihiştiye qonaxa xwe ya dawî û di demeke nêz de dê dest bi qîrkirinê bê kirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro , 23'ê Tebaxê li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya "Facebook" ragihand, kar di projeya rêya dusayd a (Kore - Şeqlawe – Qendîl) û temamkirina herdu tunêlên (Mîrawe – Maweran) de gihîştiye qonaxên dawî.
Xoşnaw diyar kir, ev proje ku beşeke girîng a Rêya dîrokî ya Hamiltonê pêk tîne û wek rêyeke bazirganî û geştiyarî ya girîng li sînorê parêzgeha Hewlêrê tê dîtin, êdî ber bi temambûnê ve diçe.
Herwiha Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, budceya projeyê 90 milyar dînar e û ev proje çêkirina rêyeke bi dirêjahiya 10 kîlometreyan li xwe digire. Di çarçoveya heman projeyê de, temamkirina herdu tunêlên Maweran û Mîrawe û çêkirina du rêqutikên (yekirbirîn) ji cureyê "overpas" û "underpas" jî hene.