Çend Kurd berbijarên encûmenên biyaniyan ên Bonn û Dortmundê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke Kurdan ji çalakvanên siyasî xwe ji bo hilbijartinên encûmenên biyaniyan ên 14ê Îlonê li Bonn û Dortmundê berbijar kiriye. Ev berbijar bi lîst û bernameyên xweser tevlî wan hilbijartinan dibin û armanca wan jî ew e ku, nûnerîtiya Revenda Kurdî li wan bajaran bi dest bixin.

Li bajarê Bonnê, ku bi hezaran Kurd lê dijîn, çend berbijar bi lîstên xweser tevlî hilbijartinan dibin. Armanca sereke ya vê lîstê ew e ku, ji bo danasîna fermî ya zimanê Kurdî li dibistanan û peydakirina mamostayan ji bo fêrkirina zarokên Kurd bixebite.

Zeyneb Qerenî, ku yek ji berbijarên bajarê Bonnê ye, ji Kurdistan24ê re got, "Me wekî Kurd û Alman li Bonnê lîsteke serbixwe heye. Em dixwazin ku bêtir girîngî bi zimanê Kurdî bê dan û rê jî pê bê dan, da ku bê nasîn ku gelek Kurd li vê derê dijîn.”

Berbijareke din jî bi navê Jiyan Kelo got, "Lîsta me ji bo wê yekê ye ku, em zimanê xwe xurt bikin û Kurd baştir xwe nîşan bidin. Em dixwazin ku mamostayên zimanê Kurdî li dibistanan hebin.”

Herwesa çar berbijarên Kurd li Dortmundê jî bi lîstekê tevlî hilbijartinan dibin. Ehmed Mayî yek ji wan berbijaran e. Wî amaje da ku, ew plan dikin ku projeyekê li ser zimanê Kurdî pêşkêşî şaredariyê bikin, herwesa bizavê dikin ku sala bê ahengeke mezin a Nevrozê bi awayekî fermî rêk bixin.

Tevlîbûna siyasî ya Kurdistaniyan li Almanyayê cihê Revenda Kurdî li wî welatî xurttir dike. Ev hilbijartin wekî derfetek ji bo Kurdan tên dîtin ku, bi rêya nûnerên xwe nasname, ziman û çanda xwe biparêzin û daxwazên xwe bigihînin saziyên fermî yên Almanyayê.

 
Fly Erbil Advertisment