Fermana girtine ji çar cotkarên Kurd re derket

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermana girtinê ji bo çar cotkarên gundekî Xurmatûyê derketiye, sedema derketina wê fermanê jî aloziyên di navbera wan cotkaran û Erebên hawirdekirî de ye.
Piştî ku meha borî fermana girtinê ji bo 24 cotkarên gundê Tepesewzê yê Xurmatûyê ji ber aloziyên di navbera wan û Erebên hawirdekirî de derket, her yek ji wan bi kefaleta 5 milyon dînaran hat berdan.
Di du rojên borî de, piştî ku Erebên hawirdekirî bi piştgiriya artêşa Iraqê bi peymaneke partiya Beisê ya hilweşiyayî bizav kir ku erdên cotkarên Kurd ên li wî gundî dagir bikin, wan cotkarên Kurd red kir û rê li ber wan girt, ji ber vê yekê jî plana wan bi ser neket.
Di pêşveçûna herî dawiyê de, ji bo çar cotkarên wî gundî fermana girtinê hatiye dayîn, ku xwediyên erdî ne, û dadgehê ji wan xwestiye ku xwe radest bikin û soznameyekê pir bikin û destan ji erdên xwe berbidin.
Yek ji wan cotkaran ji Kurdistan24ê re got, “Ez bi çi rengan naçim beranberî dadgehê û çi soznameyekê jî pir nakim, ez destan ji erdê bav û kalên xwe bernadim.”
Wî cotkarî daxwaz li rayedarên Kurd jî kir ku, pirsgirêka wan çareser bikin û pêşiyê li Erebîkirina gund û erdên wan bigirin.