Ji ber Tayê Xwînberbûnê: 27 gund li parêzgeha Dihokê ketin kerentîneyê

Dihok (K24) – Li parêzgeha Dihokê, piştî belavbûna nexweşiya Tayê Xwînberbûnê û mirina kesekî ji ber heman nexweşiyê, tedbîrên tund hatin wergirtin. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Vêterîneriyê ya Dihokê ragihand, 27 gundên ser bi qezaya Sêmêlê ve ji bo maweya 45 rojan ketine kerentîneyê.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku çend haletên bi guman ên nexweşiyê hatin tomarkirin û zilamekî goştfiroş ku xelkê komelgeha Domîzê bû û li bazara ajalan a gundê "Dolbê" kar dikir, canê xwe ji dest da.

Ji ber van tedbîran, Bazara Ajalan a navçeyê ku rojane bi sedan kes diçûn û dihatin, niha bi temamî hatiye girtin û vala bûye. Herwiha li van gundan kirîn, firotin û veguhestina ajalan û berhemên wan bi her awayî hatiye qedexekirin.

Derbarê mijarê de, Rêveberê Pişka Tenduristiya Ajalan li Rêveberiya Vêterîneriyê ya Dihokê Adil Enwer ji K24 re axivî û got: "Me 27 gund xistine kerentîneyê. Çûnûhatina ajalan li wan gundan qedexe ye. Armanca me ew e ku nexweşî zêdetir belav nebe û em rewşê kontrol bikin."

Li aliyê din, ajalvanên herêmê ji ber vê rewşê nîgeran in. Yek ji ajalvanan, Ebdullah Ureyî, dibêje: "Tîmên tenduristiyê hatine, derman reşandine û cih paqij kirine. Îsal du caran ajalên me hatine derzîkirin."

Li gorî amarên fermî, îsal li parêzgeha Dihokê 4 haletên nexweşiya Tayê Xwînberbûnê hatine tomarkirin û ji wan 2 kesan canê xwe ji dest dane. Beriya niha jî li qezayên Akrê û Berdereşê du haletên din hatibûn tomarkirin û bûbû sedem ku ew navçe jî bên kerentînekirin.

Kerentînekirina van 27 gundên Sêmêlê tedbîra herî dawî ye, ji bo kontrolkirina belavbûna nexweşiyê, di heman demê de Wezareta Tenduristiyê jî bang li welatiyan dike ku pabendî rênimayiyên tenduristiyê bin.

 
Fly Erbil Advertisment