Welatiyên Sûriyeyê pêşwazî li guhertina pereyê welatê xwe dikin

Şam (K24) – Hikûmeta nû ya Sûriyeyê biryar da ku pereyê fermî yê welat, lîreyê, biguherîne. Di çarçoveya vê pêngavê de, dê du sifir ji ser pereyê nû bên rakirin û wêneya serokê rejîma berê jî bê rakirin. 

Li gorî daxuyaniya berpirsên hikûmetê, armanca sereke ya vê guhertinê bihêzkirina nirxê lîreya Sûriyeyê li hemberî dolarê Amerîkî û hêsankirina danûstandinên bazirganî ye. Rakirina du sifiran dê proseya hejmartin û bikaranîna pere hêsantir bike.

Welatiyên Sûriyeyê bi giştî pêşwazî li vê biryarê dikin û hêvî dikin ku bandoreke erênî li ser aboriya welat û jiyana wan a rojane bike.

Welatiyê ji Şamê Yûsif Mihemed derbarê biryarê de got: "Ev karekî baş e û ji bo hilgirtinê jî siviktir e. Hêvîdar im ku ev guhertin nebe sedema daketina nirxê wê li hember pereyên din, bi taybetî dolar."

Lêbelê, hin welatî bi guman nêzîkî mijarê dibin û tekezî li ser pêwîstiya plansaziyeke aborî ya bihêz dikin. Welatiyekî din bi navê Elî Ehmed jî nêrîna xwe anî ziman û got: "Biryareke baş e û dê pere bihêztir bike. Rakirina sifiran gelek hêsan e, lê di heman demê de eger planeke aborî ya bihêz li pişt wê nebe, dibe ku bibe şaşiyeke nû."

Pereyê nû yê Sûriyeyê dê ji şeş yekeyên cuda (denominations) pêk bê û hikûmet dê di demek nêz de hûrgiliyên bikaranîna wan ji bo welatiyan eşkere bike.

Dîroka fermî ya ji bo ketina bazarê ya pereyê nû, 8ê Berçileya 2025an hatiye destnîşankirin, ku ev roj weke semboleke girîng a destpêkirina serdemeke nû li Sûriyeyê tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment