Elektrîka tevaya Quştepeyê bûye 24 saetî; "Piştî elektrîkê, dora avê ye"

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev sê roj in ku elekrtîka 24 saetî ya projeya Ronakiyê gihîştiye tevahiya bajarkê Quştepeyê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê, bi vî awayî jî tevaya jeneratorên taybet ên wî bajarkî hatine vemirandin.
Qayimqamê Quştepeyê Bijar Mela Xidir îro (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand, "Em bi kêfxweşî radigihînin ku, qezaya Quştepeyê wekî qezaya yekê bi hemî gund û navend û cihên pîşesazî û kargehan ve elektrîka 24 saetî wergirtiye. Ev jî bi rêya projeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wekî piraniya projeyên din ên stratejîk ên ku qezaya Quştepeyê feyde jê wergirtiye."
Qayimqamê Quştepeyê amaje jî da ku, bi tevahî 12 hezar û 845 hevparan ji vê xizmetê feyde wergirtiye, ku bi vî rengî parve dibin:
- 9,920 hevparên malbatî.
- 1,450 hevparên çandiniyê.
- 180 hevparên pîşesaziyê.
- 238 hevparên bazirganiya mezin.
- 249 hevparên mîrî.
- 805 hevparên bazirganiya piçûk.
Bijar Mela Xidir ron jî kir, “Bi hatina elektrîka 24 saetî, 37 jenerator li vî bajarkî bi tevahî hatine vemirandin, ku vê yekê jî dê bandoreke erênî ya girîng li ser jîngeha Hewlêrê û deverê hebe.”
Navbirî di derheqa projeya avê ya Quştepeyê de jî got, "Wê projeyê qonaxeke baş biriye û berdewam kar li ser tê kirin. Projeya avê ji du qonaxan pêk tê; qonaxa yekê ku navenda bajarkê Quştepeyê vedigire, ku dê di nîvê meha Îlona îsal de temam bibe. Qonaxa duyê jî dê heta dawiya îsal bigihîje tevahiya deverên derdora qezaya Quştepeyê.”