Hejmarek proje li navenda bajarê Silêmaniyê tên cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Silêmaniyê bi terxankirina zêdetirî 45 milyar dînarên Iraqî, dest bi cîbicîkirina çar projeyên stratejîk kir bi armanca kêmkirina qerebalixiya kolanan û hêsankirina trafîkê ji bo şofêran li nav bajêr.
Berdevkê Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê Enjumen Husên ji Kurdistan24ê re ragihand, ew proje ketine qonaxa cîbicîkirinê. Yek ji wan projeyên herî diyar Xaçerêya Şehîd Şewketê Hacî Mûşîr e ku bi lêçûna zêdetirî 5 milyar dînarî tê çêkirin û şaredarî hewl dide di zûtirîn dem de bixe xizmeta ajovanan.
Husên her wiha da zanîn ku bintêpera (underpass) Kolana Salîm jî bi buhayê 7 milyar û 800 milyon dînarî tê çêkirin. Tê payîn ev proje qerebalixiya trafîkê ya di navbera Kolana Bazneyî ya Melîk Mehmûd û devera Seholekeyê de asayî bike û giraniya li ser wê rêyê bi awayekî berbiçav kêm bike.
Di çarçoveya van xebatan de, Şaredariya Silêmaniyê kevirê bingehîn ê du projeyên din jî daniye; Xaçerêya Goyjeyê bi bûdceya 17 milyar dînarî û Xaçerêya Qeretoxanê bi bûdceya 15 milyar dînarî. Ev her du proje dê navenda bajêr rasterast bi Kolana 100 Metrî ve girê bidin.
Cîbicîkirina van xebatan di demekê de ye ku ligel van hewldanan, çendîn projeyên din ên rê û piran û sê projeyên stratejîk ên li ser rêyên derveyî Silêmaniyê jî di qonaxa çêkirinê de ne, ku biryar e beşek ji wan beriya dawiya îsal bi dawî bibin.