Ciwanekî Amûdê bi xwedîkirina zêdetirî 100 kewaran bûye mêşvanekî serkeftî

Qami]lo (K24) – Xalid Bozo, ciwanekî ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye ku ev çend sal in bi dilgermî dest bi pîşeya mêşvaniyê kiriye. Bozo ku di destpêkê de tenê bi hejmareke kêm a kewaran dest pê kiribû, îro hejmara kewarên xwe gihandiye zêdetirî 100î û hinguvekî xwezayî û bi feyde hildiberîne.

Xalid Bozo diyar dike ku hezkirina wî ya ji bo vî karî, piştî serdaneke wî ya beriya 7-8 salan bo Başûrê Kurdistanê (navçeya Xelîfanê) dest pê kiriye; li wir dîtina hinguvê xwezayî yê çiyayî û şikeftan bala wî kişandiye ser vê xebatê. Piştî vegera xwe, wî bi 7 heta 10 kewaran dest bi mêşvaniyê kir. Bi ked û hewldanên berdewam, hejmara kewarên wî sal bi sal zêde bûn; pêşî bûn 30, piştre 80 û îsal jî hejmara wan ji 100 kewaran derbas bûye.

Bozo behsa peywendiya xwe ya taybet a bi mêşên hinguv re dike û dibêje: "Mêş wekî însan in, hez dikin û xwediyê xwe nas dikin. Ji ber ku ez timî di nav wan de me, ew min nas dikin. Dema ku di biharê de ez diçim nav wan an hinguv derdixim, ew bi hatina min dizanin."

Mêşvanê ciwan balê dikişîne ser girîngiya demsal û cureyên kulîlkan di kalîteya hinguv de û aşkere dike ku çi qas kulîlkên cuda hebin, hinguv ew qas xweştir û dibe derman. Herwiha anî ziman ku par ji ber hişkesalî û nebûna biharê, ew neçar maye mêşên xwe li pey çêre û gihayê bigerîne, lê berevajî par, îsal bihar gelekî bi xêr û bereketa çol û kulîlkan re derbas bûye.

Li gorî Bozo, piraniya mêşên wî li herêmê ji kulîlkên xwerû yên wekî "stirîzerkê" xwedî dibin. Ji ber vê sedemê, piraniya xelkê hinguvê wî ne tenê wekî xwarin, lê belê wekî dermanekî sirûştî ji bo nexweşiyan dikirin.

Xalid Bozo dibêje ku werzê herî xweş di nav mêşan de bihar e ku deng û liv û tevgera wan aramiyê dide mirov, lê werzê payîzê jî werzê berhevkirina kedê ye. Bozo bi kêfxweşî destnîşan dike ku piştî westandina tevahiya salê, gava mirov di payîzê de hinguvê xwe yê pak derdixe û pêşkêşî xelkê dike, hemû westandina salê ji bîr dibe.