Li Akrê haleteke nû ya Tayê Xwînberbûnê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tenduristiya Akrê ragihand, jineke ciwan a 24 salî bi nexweşiya Tayê Xwînberbûnê ketiye. Diyar kir jî, rewşa wê ya tenduristiyê cîgir e, lê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.

Berdevkê Tenduristiya Akrê Nêçîrvan Herkî îro 1ê Îlonê ji peyamnêrê K24ê re ragihand: "Roja 28ê Tebaxa 2025an, jineke xelka bajarokê Dînartê yê ser bi Akrê ve rewşa wê ya tenduristiyê têk diçe û serdana Nexweşxaneya Gulan dike. Ji ber ku bijîşkan guman jê kirine, ew ji bo Nexweşxaneya Azadî ya li Dihokê hatiye şandin."

Nêçîrvan Herkî herwiha got: "Piştî pênc rojan, di encama pişkinînan de derket holê ku ew bi Tayê Xwînberbûnê ketiye. Îro saet 2yê nîvro Tenduristiya Akrê li ser vê haletê hate agahdarkirin."

Berdevkê Tenduristiya Akrê da zanîn ku nexweş jineke 24 salî ye û bi navê (P. X. X.) ye. Malbata wê bi karê ajalvaniyê debara xwe dike. Rewşa tenduristiya wê cîgir e, lê ji bo çavdêriyê li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Ev haleta nû di demekê de tê tomarkirin ku di du mehên dawî de li Herêma Kurdistanê şeş haletên Tayê Xwînberbûnê hatine tomarkirin. Ji wan haletan, jineke ji Dihokê ji ber xirabiya rewşa xwe ya tenduristiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Ji bo rêgirtina li belavbûna vê nexweşiya metirsîdar, niha 37 gundên li sînorê parêzgeha Dihokê di kerentîneyê de ne.

 
Fly Erbil Advertisment