Peyama Serok Barzanî ji bo roja bûna Pêxemberê Îslamê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkefta roja bûna Pêxemberê Îslamê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Peyama Serok Barzanî
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta hatina roja bûna Pêxemberê Mezin Hesretê Mihemed (Silavên Xudê li ser bin) û cejna mewlûdê, ez bi germî pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Em ji Xudayê mezin dixwazin ku, di vê helkefta pîroz de deriyê dilovanî û bereketa xwe ji bo gelê Kurdistanê û hemî gelên deverê veke û ev helkefta pîroz bibe sedema bidawîhatina şer, êş û azarên miletan û aştî, edalet û pêkvejiyan bi ser devera me û hemî cîhanê de bigire.
Weselamû Eleykûm Werehmetulahî Weberekatuhû
Mesûd Barzanî