Hejmareke projeyên geştiyariyê li Soranê tê bicîhanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Geştiyariyê yê Soranê got ku, Soran dê bibe navendeke geştiyariyê ya girîng û piştî temamkirina hejmareke projeyên geştiyariyê, hejmara hatina geştiyaran bo wê deverê dê zêde bibe.

Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê yê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Feysel Sadiq îro (Çarşem, 3ê Îlona 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Hejmareke projeyên girêdayî sektora geştiyariyê dê li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê bên bicîhanîn, yên herî girîng jî masterplanên geştiyariyê li geliyê Elî Begê û havîngeha Bêxalê tevî Çiyayê Babpiştiyanê ye.

Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê yê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê amaje jî da, “Karkirina li ser kornîşê Kawlokanê yek ji karên me yên girêdayî sektora geştiyariyê ye, lê ev proje hîn di qonaxa destpêkê de ye û gelek kar tê de maye. Piştî temambûna wê, hejmareke zêde ya geştiyaran dê serdana wê bike.”

Feysel Sadiq herwesa got, “Em ji bo wê yekê kar dikin ku projeyên geştiyariyê giştî bin, da ku malbatên wê deverê bikarin demeke xweş derbas bikin, ji bilî ku dibe sedema peydakirina hejmareke zêde ya derfetên karî.”

Navbirî eşkere jî kir, “Planên geştiyariyê li Çoman, Sîdekan, Xelîfan û gelek deverên din ên sînorê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê hatine danîn û projeyên taybet dê lê bên çêkirin.”

Cihên geştiyarî yên sînorê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê yên wekî Cundiyan, Balekayetî, Sîdekan û Xelîfanê ji ber keşûhewayê xwe yê hîn û dilveker li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê bûne navendên girîng ên geştiyariyê.

 
Fly Erbil Advertisment