"Gûşiyên Rezekî Bêçeper": Berhema nû Majêd a Mihemed derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Berhema nû ya nivîskarê Kurd ê Efrînî Majêd a Mihemed a bi navê "Gûşiyên Rezekî Bêçeper" ji aliyê Weşanxaneya DOZê ve hat weşandin. Pirtûk ji pexşanên wêjeyî pêk tê û bi bergeke taybet a ji destê bergsaz Mem Al derketiye.
Ev pirtûka ku ji 144 rûpelan pêk tê, duyemîn berhema pexşanan a Majêd a Mihemed e. Berhema wî ya yekem a pexşanan "Morîkên Rojnivîskê" di sala 2024an de hatibû weşandin.
Nivîskar Majêd a Mihemed derbarê naveroka pirtûka xwe de ji K24ê re got: "Di pirtûkê de gelek helwest hene lê bi awayekî hunerî hatine ristin, da ku piçekê ji yekseriyê dûr be. Armanca sereke ew e ku her perçenivîsek bi rola balkişandinê rabe û karibe xwîner ji gerdûna rojane rakêşî nav mijarê bike."
Majêd a Mihemed kî ye?
Majêd a Mihemed di sala 1972an de li gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gund, ya navîn li Cindirêsê û lîseyê jî li Helebê temam kiriye. Piştre li Zanîngeha Şamê beşa ragihandinê xwendiye. Ji ber krîza Sûriyê, di sala 2014an de derbasî Tirkiyeyê bûye û niha jiyana xwe li Stenbolê didomîne. Tevî ku gelek dinivîse jî, kêm berhemên xwe weke pirtûk çap dike.
Berhemên wî yên çapkirî:
- Morîkên Rojnivîskê, Pexşan, DOZ, Stenbol 2024.
- Gûşiyên Rezekî Bêçeper, Pexşan, DOZ, Stenbol 2025.
- Meqam Elhewa (bi Erebî), Helbest, Weşanên Çinar, Stenbol 2016.
Herwiha pirtûka wî ya bi navê "Bikaranîna Pendên Kurdî di Civakê de" û çend berhemên din ji bo çapê amade ne. Nivîskar di heman demê de xwedî nêzî 500 gotarên curbicur e ku di malperên naskirî yên bi zimanê Erebî de weşandine.
Çend nimûne ji pirtûkê:
1
Di her bêhnvedanekê de
Da ku tîna bîrkirinê bişkînim
û berî derfet biqede xwe li cem te bibînim
Dewlê bi binyê bîrdankê dixim
û te ji kûrahiyê dertînim.
2
Hişyar bû
Lê piştî ku bilez rabû
Û devê xwe ber bi qada pêkanînê bû
Êdî xewna xweş
Di nivînê de li şûnê mabû
3
Li gorî pîvanên dûratî
û li gorî zanista erdnîgarî
û li gorî pêngavên li ser gozemînê
Ne nêzîk im
Lê dizanim û bawer im
Ku kesê di bîra mirov de
Ne dûr e.
4
Di quncikê tarî de
Çavên hêviyê diçirûsin
Di deverên herî kirêt û genî de
Paqijî mîna belekên berfê li eniya çiyan ala xwe li ba dike
Û di cihên herî zehmet û dijwar de jî
Tevna rojên geş tête ristin.