Damezrênerê Mala Kurdî ya Belcîkayê Pieter Geirits koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Damezrênerê Mala Kurdî ya li Belcîkayê û dostê mezin ê gelê Kurd Pieter Geirits, di 95 saliya xwe de koça dawî kir.
Pieter Geirits bi awayekî aşkere dostanî û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan dabû û bi pere û derfetên xwe, di sala 1996an de Mala Kurdî li paytext Brukselê damezrand. Ev navend bi salan e ku mêvandariya çalakiyên çandî, siyasî û hunerî dike.
Termê Pieter Geirits dê îro 6ê Îlona 2025an, li Brukselê ji axê re were spartin.
Hevjîna Pieter Geirits, Perwîn Cemîl Paşa ye ku bi xwe Kurd e û niha serpereştiya Mala Kurdî dike.
Navendek ji bo parastina ziman û çanda Kurdî
Mala Kurdî li Belcîkayê weke navendeke girîng ji bo perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê dayikê tê dîtin, da ku ziman û çanda Kurdî di nava nifşên nû de zindî bimîne û pêş bikeve.
Ji bilî çalakiyên çandî, Pieter Geirits weke piştevan û alîkarê penaberên Kurd li Belcîkayê dihat naskirin. Wî bi dilsozî û hevalane alîkariya Kurdan dikir da ku jiyaneke nû ava bikin.