Gundekî Amûdê xwendekarên xwe yên serkeftî xelat dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Cewheriyê yê ser bi bajarê Amûdê ve, ku her sal bi xwendekarên xwe yên serketî navdar e, bi merasîmeke taybet a rêzgirtinê, xwendekarên serkeftî yên gund hatin xelatkirin. Armanca sereke ya çalakiyê, piştgiriya derûnî û madî ya xwendekaran e, ji pola yekem a seretayî heta qonaxa dawî ya zanîngehê.
Di merasîma ku bi amadebûna kesayetiyên ji Amûdê û şêniyê gund lidar ket de, zarokan bi cilûbergên Kurdî sirûda neteweyî "Ey Reqîb" xwendin û bi çalakiyên curbecur piştgiriya xwe ji bo hevalên xwe yên xwendekar nîşan dan. Rêveberên çalakiyê tekez kirin ku ev pêngav ji bo bilindkirina moralê xwendekaran e, da ku di şert û mercên dijwar de jî dev ji xwendina xwe bernedin û bigihîjin armancên xwe.
Îsmaîl Sînan, yek ji rûspiyên gundê Cewheriyê, derbarê vê destpêşxeriya civakî de ragihand, ew weke şêniyê gund komîteyek ji bo piştgiriya perwerdeyê ava kirine. Sinan got: "Dema me dît rewşa perwerdeyê ketiye zor û zehmetiyê, me weke gundiyan komîteyek ji bo hevkariya xwendina zarokên xwe ava kir. Em her sal vê çalakiyê lidar dixin, da ku alîkariya madî û manewî bidin xwendekaran û wan han bidin ku di xwendina xwe de berdewam bin."
Xwendekarên ku di ezmûnên xwe yên dawiya salê de pile û encamên bilind bi dest xistine jî, kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya malbat û civaka gund kirin.
Xwendekar Hetaw Sînan, ku di ezmûna qonaxa navîn de 237 pûan ji 240 pûanan bi dest xistiye, diyar kir: "Ez gelek spasiya alîkariya malbata xwe, dayik û bavê xwe, û mamosteyên xwe dikim ku her dem piştgiriya min kirin."
Herwiha xwendekar Lava Es’ed, ku ew jî di ezmûna amadeyî de pileke bilind wergirtiye, got: "Bidestxistina van encaman ne hêsan bû. Ez spasiya malbat, mamoste û hemû kesên ku keda wan di vê serkeftinê de heye, dikim. Ev piştgiriya civakî hêzeke mezin dide me."
Gundê Cewheriyê ne tenê bi xwendekarên xwe yên serketî, lê herwiha weke gundekî ku kesayetiyên hunermend jê derketine jî tê naskirin. Ev serkeftinên salane weke encama piştgiriya berdewam a malbat û civaka gund a ji bo perwerde û zanistê tê dîtin.