Pêla qeyûman digihîje Enqereyê: Çarenûsa Serokatiya CHPê di Destê Dadgehê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryara dadgehê ya ji bo dûrxistina Serokê Şaxa Stenbolê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP), li ber avahiya partiyê alozî derket û gelek kes hatin binçavkirin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ev pêngav weke "kodetayeke dadwerî" bi nav kir û ragihand, desthilat hewl dide partiya wan têk bibe.
Kêşe û alozî piştî wê yekê dest pê kirin ku dadgeha Stenbolê kongreya Şaxa Stenbolê ya CHPê ya ku di sala 2023an de hatibû lidarxistin, betal kir. Di wê kongreyê de Ozgur Çelîk weke serokê şaxê hatibû hilbijartin. Lê bi hinceta ku di hilbijartinê de "gendelî" hatiye kirin, doz hatibû vekirin.
Dadgehê di biryara xwe de, Gursel Tekîn weke qeyûm li şûna Ozgur Çelîk tayîn kir. Roja Duşemê, dema ku biryar bû Tekîn dest bi kar bike, bi sedan alîgirên CHPê ji bo protestokirina vê biryarê li ber avahiya partiyê kom bûn. Di encama destwerdana polîsan de, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de rageşî derket, ku tê de gelek kes birîndar bûn û hejmarek jî hatin binçavkirin.
Gursel Tekîn, ku weke serokê nû yê şaxê hatiye tayînkirin, biryara dadgehê parast û got: "Dadgehê biryar daye. Kesên ku gilî kirine û hevalên ku em pêşniyar kirine jî endamên CHPê ne. Em ne qeyûm in. Tiştek nikare rê li ber me bigire ku em li ser erka xwe berdewam bin û em ê hemû hewlan bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkên partiyê."
Lêbelê, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi tundî li hemberî vê biryarê derket û desthilat tawanbar kir. Ozel got: "Em li hemberî desthilateke ku tu feydeya wê ji bo welat nemaye, ne. Desthilat amade ye welat bixe nav agir da ku berdewamiya xwe misoger bike. CHP metirsiya herî mezin e li ser ji destdana desthilata wan. Pêvajoyeke kodetayê li dijî partiya desthilata paşerojê dest pê kiriye. Destwerdana li dijî Îmamoglu destpêka vê kodetayê bû."
Pirsgirêkên CHPê tenê bi Stenbolê re sînordar namînin. Biryar e roja 15ê vê mehê, Dadgeha Bilind a Enqereyê derbarê kongreya giştî ya 38an a CHPê de, ku di sala 2023an de hatibû lidarxistin, biryara xwe bide. Di wê kongreyê de Ozgur Ozel li hemberî Kemal Kiliçdaroglu bi ser ketibû û bûbû serokê giştî.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, egereke mezin heye ku dadgeh encama wê kongreyê jî betal bike. Eger biryareke wiha were dayîn, dê Ozgur Ozel ji serokatiya CHPê were dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din vegere serokatiya partiyê. Tê payîn ku ev pêngav dê li seranserê Tirkiyeyê bibe sedema nerazîbûn û aloziyeke siyasî ya hîn mezintir.