Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê bersiva YNKê dide: Deriyê me ji bo lêkolînên navdewletî vekirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê bersiv da daxuyaniya Melbenda 3ê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ragihand, ew bi temamî piştgiriya serweriya yasayê dikin û deriyên wan li ber hemû komîteyên navdewletî vekirî ne.

Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê îro 5ê Berçile daxuyaniyek belav kir û daxuyaniya YNKê wekî "hevokên bênaverok" binav kir. Komîteyê tekez kir ku çarenivîsa hemû kesên gumanbar tenê bi rêya yasayê tê diyarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Rê li berdem her komîteyeke navdewletî (nûnertiyên welatan, konsulxane, NY û rêxistinên mafên mirovan) vekirî ye ji bo beşdarîkirina di lêkolînan de. Lê gelo hûn jî pabendî van prensîban in?"

Komîteya  Ewlehiyê rexneyên tund li YNKê girtin û wan bi binpêkirina yasayê tawanbar kir.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin:

- "We bêyî molet, êrîşî otêlê kir, xelk kuşt û serkirdeyên siyasî girtin."

- "Hawkar Caf hat terorkirin û belge radestî dadgehê hatin kirin, lê we kujer veşartin, da ku tevlîbûna berpirsên xwe veşêrin."

- "We bi tank, zirxpoş û dronan êrîşî Otêla Lalezar kir û di nava bajêr de xelk bûn qurbanî."

Bûyera Xebatê

Derbarê bûyerên van rojên dawî yên li navçeya Xebatê jî, Komîteyê diyar kir ku kesên hatine girtin wekî "gumanbar" serederî bi wan re tê kirin.

Komîteyê Ewlehiyê bang li YNKê kir û got: "Eger hûn xwe hevparê wan kiryaran dizanin, ev cihê bêhêvîbûnê ye. Eger destê we tê de nîne, divê hûn ji bicihanîna yasayê dilgiran nebin."

 
Fly Erbil Advertisment