Şîrketeke Kurdistanê di nav bi sedan şîrketên cîhanî de sê xelatên yekê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo cara yekê şîrketeke warê mîmariyê ya Herêma Kurdistanê bi dîzyana projeyeke xwemalî tevlî çalakiyeke mezin a erd û avahiyan bû û di nav bi sedan şîrketên cîhanî de sê xelatên pênc-stêrkî yên yekê bi dest xistin.

Mîmarê şêwirmend Herdî Berzincî îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, "Em wekî şîrketa yekê ya şêwirmendiya erd û avahiyan tevlî çalakiyeke navneteweyî bûn, ku şîrket ji gelek welatan li ser astê deverê û cîhanê tevlî wê bûne.”

Herdî Berzincî herwesa got, “Zêdetir welatên Erebî tevlî wê çalakiyên bûbûn û li ser çend deveran hatibûn parvekirin, me li destpêkê di meha Gulanê de projeyên xwe ji bo tevlîbûnê pêşkêş kiribûn, da ku komîte bikaribin nirxandineke berfireh û bêkêmasî ji bo proje û dîzaynan bikin.”

Navbirî amaje jî da, “Endamên rêkxistina wê çalakiyê nêzîkî 100 dadweran hene û gelek şert ji bo tevlîbûna di warên dahênan, guherîna keşûhewayê, xweguncandina bi civakê re û têkiliyên bi jîngeha wî cihî re pêdivî ne.” Herwesa got, “Em nivîsîngeha yekê ya şêwirmendiya erd û avahiyan a navxweyî ne ku dikare projeyeke mezin bi dest bixe.”

Wî mîmarê şêwirmend eşkere jî kir, “Tevlîbûna di çalakiyeke wesa de bandoreke mezin li ser lobiya Kurdistanê heye ji ber ku hemî şîrket navneteweyî û navdar in. Ev jî deriyekî mezin vedike da ku wan teşwîq bike ku bên Herêma Kurdistanê û veberhênanê bikin.” Herwesa got, “Me jîngeha guncayî ya Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê ji wan re ron kiriye.”

Herdî Berzincî amaje jî da, “Ji bilî bidestxistina nimreya yekê, me di sê warên girîng de jî xelatên pênc stêrkî wergirtine. Ew proje jî dîzayna avahiyê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê bû, ku ji hêla endezyarên xwemalî ve hatiye dîzaynkirin û bicîhanîn.”

 

 
Fly Erbil Advertisment