Festîvala Parkê li Berdereşê hat lidarxistin

Berdereş
Berdereş

Navenda Nûçeyan (K24) - Festîvala Parkê ya berhemên xwemalî li navenda qezaya Berdereşê hatiye vekirin, ku ji 20 kepiran pêk hatiye û dê ji bo dema deh rojan ji saet 5:00 ê êvarê heta 10:00 ê şevê berdewam be.

Festîvalek bi navê Parkê li navenda qezaya Berdereşê hatiye vekirin. Ev festîval wekî sûkeka biçûk e û ji 20 kepiran pêk hatiye, ku dê ji bo dema deh rojan ji saet 5:00 ê êvarê heta 10:00 ê şevê vekirî be. Xelk jî dikare serdana wê bike, tam bike berhemên wê û wan berheman bikire jî.

Viyanê 21 cûnên xwarinan bi destên xwe amade kirine û tevlî vê festîvalê bûye. Ev cara yekê ye ku Viyan berhemên destên xwe bi vî rengî berçav dike û difiroşe xelkî. Wê ji K24ê re got, “Ev festîval derfeteke gelek mezin e, ku ez li ser vî karî berdewam bim û li ser wê yekê bifikirim ku min jî dikanek hebe an jî her li malê bi rêya internetê berhemên xwe bifiroşim, ku ez pêştir li ser tiştekê wesa nefikirîbûpm.”

Welatiyekî jî got, “Bi rastî ev festîvaleke gelek xweşik e, ku ev cara yekê ye li qezaya Berdereşê tiştekê wesa xweşik tê kirin. Herwesa nirxên berheman jî gelek guncayî ne, daşkandineke baş hatiye kirin.”

Ev cara yekê ye ku festîvaleka bi vî rengî li navenda qezaya Berdereşê tê vekirin, armanca sereke ya vekirina wê jî ew e ku ciwanên xwedî şiyan û behre û xasma jî keç û jinan bikêşe nav karî û berbazarkirinê.

Kesên ku van festîvalan vedikin dixwazin derfetên karî ji bo wan ciwanan peyda bikin ên ku bêkar in, û ji aliyekî din ve jî xelkî haydarî hin berheman bikin ku li hemî sûkan bi dest wan nekevin.

Fly Erbil Advertisment