Henan Belxî: Divê Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêşketin û destkeftiyên xwe bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebera Herêmî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Rojhilata Navîn ragihand ku, ew di warê dabînkirina dermanan de alîkariya Herêma Kurdistanê dikin, dixwazin ku derman bigihîjin her kesî û li her devera ku ew lê bin. Herwesa got, “Divê hûn şanaziyê bi wan pêşketin û destkeftiyan bikin ên ku we li Herêma Kurdistanê hene.”
Rêvebera Herêmî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Rojhilata Navîn Henan Belxî îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, “Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dixwaze zêdetir pêngavan ji bo rûbirûbûna madeyên hişber ji bo wan kesan biavêje yên ku pêdivîtiya wan bi alîkariyê heye da ku jiyaneke saxlem hebe.” Eşkere jî kir, “Ev ji bo rêxistina me dijwariyeke cidî ye."
Henan Belxî amaje jî da, "Em bi pêşketinên ku di sektora tenduristiyê de li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin kêfxweş in." Herwesa got, "Divê hûn şanaziyê bi wan pêşketin û destkeftiyan bikin ên ku li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin.”
Rêvebera navbirî herwesa got, “Gelek ezmûn li navendên we hatine wergirtin ku bi hevparî bi rêkxistinên navdewletî re hatine kirin.” Tekez jî kir, "Em dixwazin ku her nexweşek li her devera ku lê be dermanan peyda bike, û ew derman jî divê parastî û ewle bin."
Rêvebera Herêmî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Rojhilata Navîn amaje jî da, "Herêma Kurdistanê di sektora tenduristiyê de pêşketî ye.” Herwesa got, “Ez dixwazim zêdetir bimînim û zêdetir rewşê bizanim.”