Êrîşî bingeheke polîsên Izmîrê hat kirin, kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Tirkiyeyê parve kiriye ku, li Îzmîrê êrîşeke çekdarî li ser bingeheke polîsan hatiye kirin û kuştî û birîndar hene.
Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku, îro (Duşem, 8ê Îlona 2025ê) di êrîşeke çekdarî de li bingeheke polîsên Îzmîrê du polîs hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Medyaya Tirkiyeyê amaje jî da ku, ew êrîş li ser bingeha polîsan a Salih Işgorenê ya li bajarkê Balçovayê yê Izmîrê hatiye kirin. Di encama wê êrîşê de, du efserên polîsan hatine kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.
Medyaya Tirkiyeyê eşkere jî kiriye ku, ew êrîş ji aliyê nîvmêrekê 16 salî ve hatiye kirin û lêkolîn li ser wê rûdanê berdewam e.